Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş: "Em mecbûr in ku Tirkiyeyeke ku lê tenê welatiyeke me jî nemre, zirar negihîje tu welatiyekî me, lê çek neyên teqandin, ava bikin."
Demirtaş beşdarî bernameya partiya xwe ya ku li otêlekê li Edremîtê hat lidarxistin bû. Demirtaş got ku gelê Wanê her dem bi hêza xwe bi ser ketiye û heke di hilbijartinên 7 hezîranê de jî bi heman awayî berxwe bide dê biserbikeve.
Demirtaş got ku HDP li hemû herêmên Tirkiyeyê dikeve hilbijartinê û wiha axivî: "Her tim derheqê me de tiştên nebaş gotin, me li hemberî miletê rûreş kirin. Lê êdî gelê Edirneyê jî yê Behra reş jî rastiyê dibîne. Heke derfetên ku di destê serokwezîr û serokomar de ne, di destê me de jî bûna me yê bi tena serê xwe desthilatdarî ava bikira. Bi taybetî dixwazim ji serokomar û serokwezîr bipirsim, heke ew civakê agahdar bikin ez ê kêfxweş bibim. Gelo pereyê ku hûn niha ji bo mitîngan xerc dikin, partiya we dide an ev ji xezneya dewletê diçe? Gelo hûn gava dikê, sîstema deng amade dikin perê wî walîtî dide an ji xezneya dewletê derdikeve? Heke ku ev ji xezneya dewletê derbikeve li we heram be."
Demirtaş got: "Em mecbûr in ku Tirkiyeyeke ku lê tenê welatiyeke me jî nemre, zirar negihîje tu welatiyekî me, lê çek neyên teqandin, ava bikin. Ya ku dikeve ser milên me me kir û em ê her tim jî bikin."
-Êrîşa terorî ya li Agriyê
Demirtaş bûyera Agriyê û geşedanên piştî bûyerê nirxandin got ku hikûmetê bi waliyê Agriyê re hevkarî kir, xwestin ku di bûyerê de 15 esker bên kuştin û cinazeyên wan bişînin welatê wan û gelê li wan herêman jî êrîşê HDPyê bike.
Demirtaş got ku heke bibin desthilatdar dê di serî de aştiyeke mayinde pêk bînin, lewra pêdiviya hemû dayikan bi vê heye û bi vê rêyê dê hemû dayik bigihîjin zarokên xwe.
-Rêxistina parelel
Demirtaş got ku di demên borî de hin qaset hatin kişandin û bi rêya van kasetan hinan şantaj kir û ew zanin ew çawa çêbû û wiha dewam kir: "Ew kesên ku ji wan re dibêjin rêxistina parele tev senarîst û dîmenkêş bûn. Hema jiyana taybet a însana qeyd dikirin û hê jî qeyd dikin. Lê niha di nav wan de nifaq derket. Tev êrîşê hev du dikin."
Demirtaş gotinên Serokwezîr Ahmet Davutoglu yên wek 'HDP, li dijî Diyanetê ye' de bibîrxist û wiha pê de çû: "Gelo rîspiyekî, girêdayî dewletê nebe, dê wicdanê wî rihettir nebe? Lewra oldar ji bilî Xweda bi tu tiştekî ve xwe girênadin. Ji bilî emrê Xweda tu emrekî bi cih naynin.Fermandarekî wî tune ye. Ma diyaneteke bi vî şiklî dikare wiha xizmet bike? Gava ku Iraq dihat dagirkirin, komeke ji Tirkiyeyê ji bo xwe bikin mertal çûn. Diyanetê wê demê ji bo vana got çi got 'xwekirina mertal cureyeke xwekujiyê ye û di dînê me de ev heram e.' Ez ji vir bangî wî dikim. Dibe ku tu wek bawermendekî, oldarekî biwicdan bî; lê tu wek karmendekî bêwicdaniyê dikî. Tu girêdayî serokwezîr î û ew çi bibêje tu bi ya wî dikî. Heke ez di şûna te de bûma, deqeyek li wir nedisekinîm, min îstifa dikir."