Demîrtaş ji bo şopandina doza xwendekarê zanîngehê Alî Îsmaîl Korkmaz hat Edliyeya Qeyseriyê. Di doza Alî Îsmaîl Korkmazê ku tê îdiakirin li Eskîşehîrê di çalakiyên Gezî Parkiyê de ji ber lêdanê mir, rûniştina sêyemîn tê dewamkirin.
Demîrtaş li vir daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku ew şopînerên dozê ne û wiha pê de çû:
"Îro ji bo şopandina doza qetilkirina birayê me Alî Îsmaîl Korkmaz em li Edliyeya Qeyseriyê ne. Hûn dizanin, ev birayê me li Eskîşhîrê di berxwedana Geziyê de bi xwînxarî û miemeleyeke hovane ve lêxistin xwar û mir. Helbet mirin, dawiyek e ku her can wê tam bike. Mirin emrê Xwedê ye, lê ciwanekî wiha yê 19 salî bi miemeleyeke wiha ve tê kuştin û ev jî dide nîşan ku ka Tirkiye nêzî niqteyeke çawa bûye û êdî wext hatiye ku em di wijdana xwe de nîqaşê bikin û pirsa ji xwe bikin. Ji îro û şûnde divê em Tirkiyeke wisa biafirînin û em bigîjin asteke wisa da ku mirov bi çanda lînçê mezin nebin û êrîşê nebin li ser hevdu ."
Demîrtaş diyar kir ew hêvî dikin ku ji dadgehê biryareke ku wê wijdana hemû kesan rehet bike, derkeve û wiha pê de çû: "Dibe ku em nikaribin kesên ku mirin paşve bînin, lê tekane rêya jiyaneke hevpar, aram û aştîperwer hevrûbûna bi rûdan û mirinên bi vî rengî ye."