DIYARBEKIR
Xwendekarê Koleja Ortadogûyê ya Diyarbekirê Bariş Efe Pehlîvan di Ezmûna Diyarkirina Astê (SBS) de tevahîyê pirsan rast bersivand. Pehlîvan bi puana 499.605 ê di rêza 5an de cih girt.
Pehlîvan der barê mijarê de got: "Ez di jiyana xwendekariya xwe de her tim bi rêkûpêk xebitîm. Îsal jî min tiştekî zêde nekir. Ez gelekî kêfxweş im. Her wiha Pehlîvan ji bo piştgiriya malbat û mamosteyên xwe spasiyê xwe li wan kir. Pehîvan diyar kir ku dixwaze here Lîseya Galatasarayê.
Bavê wî Levent Pehlîvan, Dayîka wî Saadet Guneş Pehlivan û mamosteyê rêber yê Koleja Ortadoguyê Nurcan Bîlgîç jî ji ber serfirazîya Pehlîvan kêfxweşiyên xwe anîn ziman.