Günay Nuh
03 Nîsan 2021•Rojanekirin: 04 Nîsan 2021
Li Erdexanê berf barî û bajar çîl û spî bû.
Li bajêr êvarê berfê dayê û bi şev heta serê sibê bêhn bi bêhn barî.
Di meha nîsanê da bajar cardin bi berfê spî bû û dar û beran dîmeneke xweş derxist holê.
Erdexan di meha nîsanê da bi berfê spî bû
Welatî serê sibê bi berfê şiyar bûn û berfa ser weayîtên xwe paqij kirin.