Nihat Kavşut
26 Îlon 2019•Rojanekirin: 26 Îlon 2019
Walîtiya Stenbolê destnîşan kir piştî erdhejê ji saet 14.20an pê va heta niha tu îxbarên xisarê ji xetên AFAD, AKOM, 112, 155 û 156an ra nehatine kirin û tesîrên erdhejê ji nêz va tên teqîbkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtiya Stenbolê da hat diyarkirin di saet 13.59an da bi lerza 5.8an erdhej çêbû û wiha hat gotin: "Piştî erdhejê ji saet 14.20an pê va heta niha tu îxbarên xisarê ji xetên AFAD, AKOM, 112, 155 û 156an ra nehatine kirin û tesîrên erdhejê ji nêz va tên teqîbkirin."