VAN
Enver Înanê 55 salî yê ku li Gurpinara navçeya Wanê dirûnkeriyê dike, bi vî karî ve 6 zarokên xwe mezin kir.
Înan di 15 saliya xwe de dest bi dirûnkeriyê kir û ev 40 sale jî dikana xwe ya 3 mêtroyî ya li quntara Kela Xoşafê dixebite.
Înan ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku dema nû dest vî karî kir kar û barê wan zêde bû, lê di nav demê de berve nebaşiyê çû.
Înan wiha axivî: " Min di 15 saliya xwe de dest bi dirûnkeriyê kir û bi vî karî ve min 6 zarokên xwe mezin kir. Xeyala min ew bû ku ez bibim dirûnker. Ya rast mirov nikare bi vî karî ve bibe xwedî mal û milkên zêde, lê xêynî wesayîtekî şikir her tiştê min heye. Min xwest ku ez vî karî hînî zarokên xwe jî bikim, lê bi tenê kurekî min demekî xebitî û pişt re dev jê berda. Şikir ji xwedê re jiyana min baş e."