Ayşe Karaosmanoğlu
02 Tebax 2025•Rojanekirin: 05 Tebax 2025
Li tevahiya welêt germahiya hewayê bi qedeme dikeve asta demsalê û îro li tevahiya welêt li 7 bajêran germahî derket ser 40 pileyê.
Li gor daneyên li ser malpera Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê li tevahiya welêt germahî bi qedeme dikeve asta demsalê.
Îro germahiya herî zêde bi 43,8 pileyê li Cizîra navçeya Şirnexê hat pîvan. Piştî wê germahiyên herî zêde bi 43 pileyê Kurtalana Navçeya Sêrtê, 42,5 pileyê Datgeçîta navçeya Mêrdînê, 41,5 pileyê Heskîfa navçeya Batmanê, 41 pileyê Bismîla navçeya Diyarbekirê, 40,3 pileyê va Karpuzluya navçeya Aydinê û 40,1 pileyê va Hassaya navçeya Hatayê tê.