Qais Omar Darwesh Omar,Muhammed Emin Canik,Ali Semerci
21 Adar 2024•Rojanekirin: 26 Adar 2024
RAMALLAH (AA) - Hêzên Îsraîlê li Kampa Penaberan a Nûr Şemê ya li rojhilatê bajarê Tulkerîmê yê Şerîeya Rojavaya dagirkirî, 4 Filistînî kuştin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya nûçeyan a Filistînê WAFAyê, artêşa Îsraîlê qadeke Taxa El-Menşiyeyê ya li Kampa Penaberan a Nûr Şemê bi dronê kir armanc.
Di êrîşê da 2 ciwanên Filistînî yên bi navê Nîdal Ebû Ubeyd û Iyad Nîdal Azmî Kanuh hatin kuştin.
Di daxuyaniya Heyva Sor a Filistînê da hat diyarkirin, ekîbên wan çûn kampê û cinazeyên herdu ciwanan derxistin û ji xeynî van, cinazeyên 2 Filistîniyên din jî hatin derxistin ku bi vê hejmar derket 4an.