Zeynep Rakipoğlu
21 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan îro li Bursayê beriya ku beşdarî merasima vekirina projeyên komî bibe li ser Twîtterê peyamek nivîsî û got "Bursa ji bo çîroka Sedsala Tirkiyeyê binivîse amade ye."
Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê vîdeoyeke veberhênan û projeyên ji bo Bursayê hatine kirin û mekanên dîrokî, turîstîk û siruştî yên bajêr parve kir.
Serokomar Erdogan di peyama xwe da got Bursa ji bo çîroka Sedsala Tirkiyeyê binivîse amade ye û wiha dewam kir: "Îro vekirina 2 milyon û 28 hezar û 740 metroqere qadan wê bê kirin."
Di vîdeoyê da dîmenên 11 baxçeyên gel, 21 hezar û 495 avahî, 23 dibistan, 20 mizgeft, 258 avahiyên kamuyê û tesîsên civakî, 3 meydanên 2 hezar mêtroqereyî, qadeke hêşinahiyê ya 19 hezar mêtroqereyî, otoparkeke sergirtî ya 12 hezar û 500 mêtroqereyî, 8 hezar û 650 Mala Min a Nû, Erseya Min a Ewil ya ji bo 13 hezar avahiyan, Kargeha Min a Ewil a ji bo 500 kargehî hatin nîşandan.
Di dawiya vîdeoyê da got ev berhemên Bursayê bila ji bo Sedsala Tirkiyeyê diyarî bin.