Mustafa Hatipoğlu
18 Hezîran 2023•Rojanekirin: 19 Hezîran 2023
Serokomar Recep Tayyip Erdogan Roja Bavan pîroz kir.
Serokomar Erdogan bi minasebeta Roja Bavan ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyama pîrozbahiyê weşand.
Erdogan di peyama xwe da wiha got: "Ez roja hemû bavan yên ku qehremanên me yên ewil in û emrê xwe bi fedakarî ji bo malbat û zarokên xwe xerc dikin, pîroz dikim. Şehîdên me di serî da ez hemû bavên ku çûne axiretê û mezinên me bi rehmetê bi bîr tînim."