17 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2015
ANKARA
Wezareta Karên Derve eşkere kir ku bi awayê ku hewce dikir bersiva êrîşa ku DAEŞa rêxistina terorê bir ser baregeha perwerdeyê ya li Başîkaya herêma Mûsila bajarê Iraqê dan.
Wezaretê daxuyaniyek da û got ku "Hêmanên me yên di kampê de bi awayê ku hewce dike bersiva êrîşê dane û hin kozikên DAEŞê yên ku hatin tespîtkirin îmha kirine."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşê de ji dilxwazên iraqê yên ku li kampê perwerdeyê didîtin yek jê efser du kes şehîd ketin, 4 leşkerên Tirkiyeyê birîndar bûn. Di daxuyaniyê de sersaxî dan malbatên şehîdên iraqî û sersaxî dan gelê Iraqê û ji bo birîndaran şifaya xêrê xwestin.
Wezareta Karên Derve di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêmanên DAEŞê êrîşî herêma ku kampa ku ji bo perwerdekirina dilxwazên ku dê li Başîka/Zêlikanê bingeha Mihafizên Neteweyî yê Mûsilê ava bike fealiyet dikir, kirin. Hat diyarkirin ku di êrîşê de 4 leşkerên TSKyê birîndar bûn, birîndar anîn Tirkiyeyê û der barê mijarê de agahî dan meqamên leşkerî.
Di daxuyaniyê de ev hatin gotin:
"Vê êrîşê nîşan da ku fikarên me yên der heqê ewlehiya kampa Başîka/Zêlikanê ya ku hêmaneke girîng a piştgiriya ku welatê me di çarçoveya têkoşîna bi DAEŞê re dide Iraqê ye, çiqas di cî de ne û ew hêmanên ku me dixwest em wir bi cî bikin çiqas hewcedar in. Mixabin ku fealiyeta ku li kampa navborî ji bo piştgiriya Iraqê ev demek dirêj e ku tê kirin di encama agahiyên fişalkirî yên ku hin aliyan bi zanebûn belavkirin bûye wekî pirsgirêkeke ku li dostaniya di navbera Tirkiye û Iraqê de û hevkariya me ya dijî DAEŞê nayê.
Van kampanyayan kampê û personelên di nav kampê de rapeşî ber çavê rêxistina terorê kir, kir wekî hedefê û mixabin ku cesareta rêxistinê zêde kir. Tirkiye di rojên dijwar de her dem ligel Iraqê cî girtiye. Tirkiye di serê welatên ku ji bo desthilatdariya vî welatî herî zêde hesasiyetê nîşan dide de cî digire."
Daxuyaniyê wiha berdewam kir:
"Daxwaza me ew e ku girîngiyê dîsa bidin têkoşîna hevpar a dijî DAEŞê. Bi vê nêrînê em divê di têkoşîna wî ya bi DAEŞa ku dijmina me ya hevpar e de hewl didin ku çi ji destê me tê em arîkariya Iraqê bikin, ji bo parastina berjewendiyên me yên hevpar hewl didin, lê ev yek me gelekî xemgîn dike ku van hewldanên me wekî bereksê vê yekê nîşan bidin."
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî berê niha di ziyareta Tirkiyeyê de piştgiriyê xwestibû, yekîneya Tirkiyeyê ya ku ji bo perwerdeya pêşmerge û komên herêmî şandibûn herêmê di 4ê kanûna pêşîn de nobedê guherandibû û bi 150 leşker û 25 tankan re întiqalê herêmê kiribû.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu eşkere kiribû ku di mijara tehdîtên ser hîndekarên leşkerî de îstixbarat gihaştine wan, ji ber vê yekê hin hêz şandin wir. Lê belê hikûmeta Iraqê bi hinceta ku mafên desthilatdariya wî hatiye îxlalkirin israr kiribû ku yekîne bê paşvekişan. Tirkiyeyê li hember vê geşedanê de yekîneyên xwe yên leşkerî ji nû ve tenzîm kiribû.