İsmail Kaya
03 Mijdar 2024•Rojanekirin: 04 Mijdar 2024
Li Kahtaya navçeya Adiyemanê motorek welgeriya û jê yek giran, 6 kes birîndar bûn.
Motora ku şofêrê wê M.K. (74) û plaqeya wê 80 KA 921 li nêzî gundê Salkîmlariyê ji ber ku kontrola dîreksiyonê ji dest çû, welgeriya.
Li ser agahîdayînê ekîbên cendirme, agirkuj û Tenduristiya Bilez a 112yê hatin cihê qezayê.
Di qezayê da şofêr û 5 kesên di romorqê da bûn, birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kahtayê.
Ji birîndaran Z.K. yê ku rewşa wî giran e rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Adiyemanê.