ÇEWLIK
Pîqabeke rêwiyan ji bo ku li Diyarbekirê beşdarî pîrozbahiyên newrozê bibe, ji Qersê bi rê ket ku here Diyarbekirê. Pîqab li herêma Ilicalarê gindirî şarampolê. Di qezayê de 20 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, pîqaba bi 36 FF 426 plaqe Ahmet Ekîncî (29) diajot û pîqab di rêbeja Çewlik-Erziromê kîlometroya 17emîn de li herêma Ilicalarê welgeriya şarampolê.
Di qezayê de bi tevî şofêr Ekîncî Îbrahîm Taş, Harun Taş, Omer Budak, Abîdîn Kesercî, Vedat Ekînel, Hayrî Çaka, Bîlal Înanç, Omer Ceba, Musa Eslen, Sultan Taş, Hamza Taş, Raîfe Akyok, Nurşîde Alagoz, Eser Macar, Semra Bîlden, Îbrahîm Alduk, Erkan Ak, Şukru Katmiş û Îshak Yardimci birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê. Hat gotin ku rewşa Musa Eslen ji yên din girantir e.
Her wiha hat gotin ku pîqab ji bo ku li Diyarbekirê beşdarî pîrozbahiyên newrozê bibin, rêwî ji Qersê dibirin Diyarbekirê.