Suat Öztürk
17 Tebax 2022•Rojanekirin: 17 Tebax 2022
Li Kovancilara navçeya Elezîzê bi lerza 4an erdhej çêbû.
Li gorî agahiya li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD), di saet 07.24an da li Kovancilarê erdhejeke lerza wê 4 e çêbû.
Hat tesbîtkirin ku erdej 12 kîlometro di kûrahiya erdê da qewimiye.
Walîtiyê daxuyand ku ekîb çûne herêmê, heta niha jî tu îxbareke nebaş nehatiye kirin.
Hat gotin xebatên lêkolînê dewam dikin.