Hüseyin Yiğiner
14 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2025
Li Çubuka navçeya Enqereyê di qezaya trafîkê ya ku 4 wesayît tevlê bûn da 31 kes birîndar bûn.
Li ser rêya Çubuk-Enqereyê li Taxa Guldarpiyê 2 minîbus û 2 otobêsên ku karker tê da bûn li hev qelibîn.
Di qezayê da 31 kes birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.
Şofêrên wesayîtan bêyî ku birîndar bibin ji qezayê saxlem xelas bûn.
Hat ragihandin ku ji minîbusan jê yek di nav bajêr da rêwiyan dibir û dianî.