Günay Nuh,Anıl Aydın,Aykut Temur
04 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2026
ARDAHAN (AA) - Li Erdexanê hewa pir sar e.
Li bajarê ku germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da daket 25 pileyan, qeşa û qiravî çêbû.
Li navenda bajêr û navçeyên din û bi taybetî jî li navçeya Goleyê sir û serma çêbû.
Paceyên xanî, wesayît û kargehan cemidîn û rêyan jî qeşa girt.
Yên ku derketin derva zehmetî kişandin, rûyê golan û Çemê Alabalikê jî qerisî.
Li navçeya Goleyê dîmenên fetlokên li herêma Ovayê bi dronê hatin kişandin.