İbrahim Atmaca
16 Gulan 2019•Rojanekirin: 16 Gulan 2019
Li Gazîantebê minîbusa ku karker tê da bûn wergeriya 10 kes birîndar bûn.
Minîbusa ku Ahmet Faruk Şenel diajot, plaqeya wê 27 S 3075 e û karker tê da bûn, li 5emîn Herêma Sanayiya Organîze, ser kolana 514an wergeriya.
Di qezayê da şofêr û 9 karker birîndar bûn. Ambulansan birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr û hat gotin ku rewşa wan baş e.
Hat gotin ku karkerên ku di minîbusê da bûn li fabirqeya ta dixebitin û ji wardiyaya şevê derketine.