Mahmut Bazlama
10 Adar 2025•Rojanekirin: 11 Adar 2025
Li Arabana navçeya Gazîentabê ji ber ku hewa germ bû, darên behîvan kulîlk vedan.
Li navçeyê di van rojên dawî da ji ber ku hewa germ bû, darên behîvan kulîlk vedan.
Serokê Odeya Çandiniyê ya Arabanê Hasan Altun ji rojnamevanan ra daxuyand ku li navçeyê ji ber ku hewa germ bû, hewayeke wek biharê çêbû.
Altun diyar kir ku darên fêkî û behîvan ên li herêmên çiyayî û Deşta Arabanê kulîlk vedan û dîmenên xweşik derketin holê.
Altun wiha axivî: "Li navçeya me demsala zivistanê bê berf û baran derbas bû. Li Deşta Arabanê cotkarên me zeviyên xwe yên sîr û genimê bi rêya avdayîna wek baranê, av dan. Em li bendê ne ku di rojên pêş da darên fêkî û behîvan tijî kulîlk bibin û darên behîvan zû bigêhêjin."