HAKKARİ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê, teqemeniyên ku bi destê terorîstan li ser rê hatibûn veşartin, dema ku wesayitên eskeriyê derbas dibûn hatin teqandin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, teqemeniyên ku endamên PKKya rêxistina terorê li aliyê başûrê Girê Rahmo yê nêzî Daglicaya Gurkavakê veşartibûn, dema ku du wesayitên bizirx derbas dibûn, hatin teqandin.
Hat ragihadin ku şehîd û birîndar hene û birîndaran şandin nexweşxaneyên li Hekarî û Wanê.
Li herêmê operasyon dan destpêkirin.