Nihat Kavşut
04 Gulan 2019•Rojanekirin: 08 Gulan 2019
Li Mûşê ji ber barana gur hin mal û tewleyan xisar dît.
Li Xeybiyaya (Yoncalioz) gundê Mûşê ku 35 kîlomêtro dûrî navendê ye ji ber baranê ava çêm rabû û ji ber vê jî hin mal û tewleyên nêzî çêm di nav avê da man û welatiyan eşyayên xwe û heywanên xwe birin ciyên ewle.
Ramazan Balkayayê mixtarê gund daxuyanî da nûçegihanan û destnîşan kir ku ji ber baranê 30 malên gund xisar dîtine.
Balkaya destnîşan kir ji ber ku tewle di nav avê da man 100-150 heywanên gund birine ciyên din û wiha got: "Ji ber baran û ava ji çiyê tê ava çêm rabû. Ekîbên AFADê hatin û bûn alîkar. Me ji şaredariyên beldeyên Ziyaret (Yaygin) û Anzarê (Konukbekler) jî alîkarî xwest û ew jî ji me ra bûn alîkar."
Ji gundiyan Yunus Ay diyar kir eşyayên mala wî xisarê dîtine û wiha got: "Me hin eşyayên xwe birin ciyên bilind û qismek jî di nav avê da man. Em li mala cînarê xwe dimînin. Ka û kermeyên me di bin avê da man."