Elif Irmak
30 Îlon 2020•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2020
Li Rihaya lu qismeke girîng a hilberîna pembûyê Tirkiyeyê lê tê kirin cotkaran bi hêviya rekolteya zêde dest bi berhevkirinê kir.
Piştî ku di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) çandinî va biav zêde bû cihê ku pembû lê hat çandin jî zêde bû û pembû niha hêviya cotkaran e.
Berhema ku ji bo tekstîl, pîşesaziya rû û sektora heywandariyê rêjeyeke mezin madeya xam pêk tîne bi avantajên xwe va piştgiriyeke mezin dide ku Tirkiye li dinyayê di tekstîlê da bibe xwedî gotin.
Hilberîneran dest bi berhevkirina pembûyê ku ji qozeyê heta vekirina kulîlkan di her merhaleyê da dîmenên gelekî xweşik derdixînin holê kir û li bendê ye ku rekolte di ser texmînan da derkeve.
Li gor Pergala Qeyda Cotkaran a Wezareta Çandinî û Daristanê îsal biqasî milyonek û 250 hezar donimî pembû hat çandin û digel makînebûnê ji ber sedemên cuda hin cotkar berhevkirina bi destan tercîh dikin.
Karker bi zergetavên ewil ên rojê diçin zeviyan û heta êvarê pembû berhev dikin, piştî ku mesaiya wan a di bin tavê da ya dijwar diqede jî vedigerin malên xwe.
Serokê Odeya Zireatê yê Rihayê Ahmet Eyyupoglu daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku Riha wekî warê pembû tê zanîn.
Eyyupoglu da zanîn îsal ji ber ku di berhemê da rastî tu nexweşiyê nehatin li benda ber û bereketeke mezin in û got ku "Ez wisa bawer dikim ku dê cotkarên me ji berê kêfxweş bin. Bihayê wî jî îsal baş e. Înşeallah dê îsal hem biha hem jî ber baş be û cotkarên me kêfxweş bibin."
- Ji donimê ji ser 500 kîlogramî ber tê payîn
Hîndekarê Fakulteya Zîreatê ya Zanîngeha Heranê (ZHR) Prof. Dr. Mehmet Alî Çullu jî diyar kir ku ji sedî 65ê pembû li herêma GAPê ji sedî 45ê wê jî tenê li Rihayê tê hilberîn.
Çullu destnîşan kir ku derfetên avdaniyê û şert û mercên av û hewayê tesîreke erênî li ser ber û bereketê dike û got ku îsal digel ku cihê pembû lê hat çandin kêm bû jî ji ber berê rûyê hilberîneran dikene.
Çullu got li bendê ne ku li serê donimê ji 500 kîlogramê zêdetir ber bi dest bixin.
Abdullah Torebeyê pale jî got ku bi malbata xwe ra pembû berhev dike û karê ku dikin zehmet e.
Torebe got ku sibehê zû dest bi kar dikin û wiha axivî: "Em sibehê dest pê dikin û heta rojava pembû berhev dikin. Ji ber ku hewa zehf germ e em zehmetiyê dikşînin û diwestin. Em ê bi qasî 2 mehan li vir pembû berhev bikin."