İlhami Erkılıç
08 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2021
ERZURUM (AA) - Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li 7 parêzgehan şilope û berf dê bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê hewa dê perçe û pir ewrayî be, ji danê nîvro şûnda jî şilope û berf dê bibare.
Tê texmînkirin li herêmê bi piranî şilî şilope dê bibare, her wisa li deverên bakur û rojhilat jî şilope û berf dê bibare.
Li herêmê her wiha germahî dê di ser asta demsalê da be, ba jî dê ji başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev pileya germê ya herî nizim di bin sifirê da 18 pile li Erdexanê hat pîvan û her wiha li Agiriyê 11, li Qersê 9, li Erziromê 2, li Îdir û Tunceliyê sifir, li Erzinganê jî 7 pile hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Tunceliyê 14, li Îdir û Erzinganê 11, li Qersê 8, li Erziromê 6, li Erdexanê 2 û li Agiriyê jî pileyek be.