Li Stenbolê wesayîtek li wesayîta paqijiyê ya şaredariya Beyogluyê qelibî û di qezayê de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan wesayîteke plaqa wê 34 FG 2993 ya ku li ser pireya Halîçê ber bi Bakirkoyê ve diçû, ji paş ve li wesayîta paqijiyê ya şaredariya Beyogluyê qelibî û wesayît şewitî. Welatiyan û karkerên paqijiyê yek jê jin 4 kes ji wesayîtê xelaskirin. Tîmên agirkuj hatin cihê bûyerê û şewat vemirandin.
Tîmên tenduristiyê hatin li cihê bûyerê û masaja dil li Gozde Sezerê kirin û wê ji mirinê xilas kirin.
Turgay Guzel û kesekî ku paşnavê wî nehate hînbûn û navê wî Mert e jî di nexweşxaneyê de mirin.