14 Mijdar 2015•Rojanekirin: 17 Mijdar 2015
DIYARBAKIR
Li 3 taxên Sîlwana navçeya Diyarbekirê qedexeya derketina derve ya ku ji ber operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê ji 3yê mijdarê vir ve didomiya bi dawî bû.
Walîtiya Diyarbekirê daxuyanî da û diyar kir ku terorîstan li navçeyê kuçe bi bariyeran girtin, hendek kolan, rê li şêniyên wê derê girtin, bi teqemeniyan êrîş kirin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji 3yê mijdarê vir ve li taxên Tekel, Konak û Mescitê qedexeya derketina derve heye piştî ku li wan taxan bariyer hatin rakirin, hendek hatin girtin û ewlehî bi cih bû qedexe jî bi dawî bû. Hat gotin ku di çarçoveya operasyona ji bo ewlehiyê de di êrîşên terorî de serpelek û 2 polês cangorî bûn, polêsek, çawişekî pispor û 2 welatî jî birîndar bûn û 5 endamên rêxistinê jî hatin kuştin.
Hat gotin ku di operasyonê de 4 keleş, 2 tebance, 6 tiving, 9 şarjor, 709 gule, bombeyên dest, roket û 5 roketavêj û amûrên ji bo teqemeniyê hatin girtin.
Qedexeya derketina derve saet ji 14.00an vir ve hat rakirin û li hersê taxan welatî wê êdî bikaribin derbikevin derve di vê navberê de hat gotin ku zirara gihîştiya mal û dikanên welatiyan jî wê bê telafîkirin.