VAN
Li Vanê bi lerza 3,6an erdhej çêbû.
Li gor agahiya Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê û Rasatxaneya Kandîlliyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê, di saet 09.20an de li gundê Agartiya Vanê bi lerza 3,6an erdhej çêbû.
Erdhej 5 kîlometre di bin erdî de qewimî û bandor li der û dora navend û navçe û gundan kir. Di erdhejê de tiştek bi tu kesî nehat.