Göksel Cüneyt İğde,İbrahim Özel
13 Adar 2023•Rojanekirin: 14 Adar 2023
Li gundê Canovayê ku 50 kîlomêtre dûrî navçeya Zarayê ye, gundiyan ferq kir ku di zeviyeke gund da çalek çêbû.
Firehiya çalê nêzî 15 mêteyî, kûrahiya wê 10 mêtre heye. Şêniyên gund dema ku çal dît, tirsiyan û cab dan Yahya Şahînê mixtarê gund.
Şahîn diyar kir, dema ku ax tep bû û çal çêbû, kes li ser zeviyê tunebû û wî jî cab da rayedaran.