HEWLÊR/BEXDA
Li Musila Îraqê di êrîşa çekdar de 6 kes mirin, 4 leşker birîndar bûn.
Li gorî agahiyên çavkaniyên ewlekariya Musilê, kesên ku nasnameya wan nediyar li herêma Beşmane êrîşî wesayîta leşkerî kir. Di encama êrîşa çekdar de 6 kes mirin, 4 leşker birîndar bûn.
Di operasyonên li herêma el-Cezîraya Musilê de, bi hinceta beşdarbûna bûyerên tûndiyê 12 bersûc hatibûn girtin. Hat diyarkirin ku ev êrîş ji ber van girtinan hate kirin.
Ji aliyê din ve, li gorî agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlekariyê bi dest xistiye, li navçeya Ebu Guraybê jî di teqîna xwekuştinê de leşkerek mir, 3 leşker jî birîndar bûn.
Duşema hefteya borî jî li çend bajarên Îraqê di êrîşên bombeyî de 51 kes mirî bûn, 230 kes jî birîndar bûbûn.