ANKARA
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz bi endamên Komeleya Nûçegihanên Aboriyê re hat bal hev û di civînê de pirs bersivandin.
Yildiz li ser pirsa nefta ku ji Iraqê tê sewqkirin û rewşa dawiyê ya neftê ragihand ku heta niha 13 tankêr neft ji herêma Kurdistanê hat û rojê dora 180 warîlî neft tê.
Yildiz got ku divê di van mijaran de rê nedin spekulasyonan û Komara Tirkiyeyê dewleteke hiqûqî ye û lazim e ku ev tişt di nav sînorê hiqûqê de bên kirin.
Yildiz wiha dewam kir:
"Tê îdiakirin ku me çend roj berê ji DÎŞIyê neft kiriye. Qala îdiayên wiha dikin û bi vî şiklî em nûçeyan dibînin. Ez dixwazim vê bibêjim: Me ji DÎŞIyê neft nekirî. Ev îdia ji binî ve derew e. Nefta ku em distînin ya Iraqê ye."