Fırat Taşdemir
22 Adar 2023•Rojanekirin: 23 Adar 2023
Meha remezanê seba Misilmanan ji sê mehên girîng yek e û îşev şeva niyet û paşîvê ye û sibê rojiya ewil tê girtin.
Nimêja terewîhan a ewil wê îro êvarê li mizgeftên tevahiya welêt were kirin. Ji bo rojiya ewil a remezanê îşev paşîv wê were xwarin û sibê fitara ewil wê were vekirin.
Di meha remzanê da şeveqa sibehê pêşiyê li Îdirê davêje. Li vî bajarî şeveq 04.33yan da davêje, fitara ewil jî wê di saet 18.25an da dîsa li vî bajarî were vekirin. Di roja ewil a rojiyê da li welêt şeveq herî dereng di saet 05.43yan da wê li Çanakkaleyê bavêje, fitar jî wê herî dereng di saet 19.35an da li Çanakkaley û Edirneyê were vekirin.
Roja ewil rojiya herî demdirêj wê bi 13 saet û 56 deqîqeyan va li Sînopê were girtin, rojiya herî demkêm jî wê bi 13 saet û 47 deqîqeyan va li Edene, Hatay, Kilîs, Mêrsîn û Şanliurfayê were girtin.
Ji ber ku li gor hesabkirina meha qemerî ya Serokatiya Lijneya Bilind a Karên Dîn a Serokatiya Karên Diyanetê heyvdasika şewwalê wê di roja 29em a remezanê da were dîtin, îsal rojî wê 29 rojan were girtin.
Serokatiya Karên Diyanetê remezana îsal wekî "Remezan û Piştevanî" destnîşan kir û fitreyên rojiyê jî wekî 70 lire hat destnîşankirin.