ANKARA
Navê Yassiadaya ku di heyama derbeya 27ê Gulanê de rêvebirên Partiya Demokratê (DP) lê hatibûn darizandin hat guhertin û navekî nû lê hat danîn. Biryar di Rojnameya Fermî de hat belavkirin û ket rewacê. Li gor biryarê navê nû "Girava Demokrasî û Azadiyan" e.
Di Rojnameya Fermî a îro de biryar hat belavkirin. Guhertina navê girava Yassiadayê bi îmzeyên Serokomar Abdullah Gul, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Navxweyî Mûammer Guler ve hat erêkirin û piştî vê jî ket rewacê.
Yassiadaya bi navê xwe yê nû ku êdî jê re Girava Demokrasî û Azadiyan dê bê gotin li ser Adalar a navçeya Îstanbûlê ye.