Gökhan Çeliker
19 Îlon 2023•Rojanekirin: 21 Îlon 2023
NEW YORK (AA) - Di çarçoveya çalakiyên Sala 100emîn a Komarê yên bi kordînasyona Serokatiya Ragihandina Serokomariyê tên lidarxistin da "Sedsala Tirkiyeyê" li New Yorkê hat nasandin.
Li New Yorka ku Lijneya Giştî ya 78em a Neteweyên Yekbûyî bi rê va diçe, di ekranên led yên li kuçe û kolanên li navenda bajêr û yên li Meydana Timesê da "Sedsala Tirkiyeyê" û Sala 100emîn a Komarê hatin nasandin.
Di vê çarçoveyê da di ekranên led yên li Meydana Timesê li ser zemînê alaya Tirk, nivîsa "Sedsala Tirkiyeyê dest pê dike" hat nivîsîn her wiha kamyonetên led ekran yên naveroka dîjîtal a Sedsala Tirkiyeyê rave dikin di kuçe û kolanên New Yorkê da hatin gerandin.
Di danasînê da her wisa pêşketinên Tirkiyeyê yên di warê pîşesaziya parastinê, teknolojî û veguhestinê da jî cih girtin.