Hat diyarkirin ku Cigirserokên Koma BDPyê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken, Parlamenterê Îstanbulê yê HDPyê Sirri Sûreyya Onder ji vegera girava Îmraliyê peyameke Abdullah Ocalan anîn.
Şaxa Çapemeniyê ya Navenda Giştî ya BDPyê daxuyaniyek da. Li gor daxuyaniyê peyama Ocalan wiha ye: "Ewil ez sipasiya her kesên ku baweriya wan bi aşitiyê û demokratîkbûnê heye û ji bo vê hewl didin û piştgiriyê didin dikim. Pêvajoya çareseriyê gihîştiye asteke pir cidî. Pêvajo hîn dewam dike lê li ser pira siratê ye.
Gavên heta niha hatin avêtin û fedakariyên hatin kirin bi piranî yek alî bûn. Li gor van hemû neyîniyan, bi yek alî be jî em bi biryar in ku îradeya aşitiyê bidomînin.
Rêya tekane ya ku komployên li ser pêvajoyê ji holê rake bi acîl demokratîkbûn e. Kêmasiya bingehîn ya pêvajoyê ya herî girîng piştevaniya qanûnî ye û divê demildest çêbibe.
Berpirsiyariya me ya dîrokî ev e ku em hemû hêzên demokrasiyê dawet bikin ku bila piştgiriyê bidin."