Piştî geşedanên aliyê sînorê Sûriyeyê hat îdiakirin ku "Gazî fermandarên yekîneyên sînor û fermandarên komando tûgayê kirine ku li Biryargeha Sererkaniyê civînê bikin". Hat ragihandin ku ev îdia ne rast in.
Di rojên dawiyê de piştî geşedanên li ser sînor hin saziyên medyayê îdia kirin ku "li ser îhtimala ketina şer, gazî fermandarên yekîneyên sînor û fermandarên komando tûgayê yên Bolu û Kayseriyê kirine ku li Biryargeha Sererkaniyê civînê bikin."
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên leşkerî hildan, nûçeyên wiha ne rast in. Rayedaran ragihand ku li Biryargeha Sererkaniyê civîneke wiha çênebû û ji bo vê planek jî tuneye.