Mustafa Hatipoğlu
21 Îlon 2024•Rojanekirin: 22 Îlon 2024
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, bi mebesta beşdariya 79emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ber bi Amerîkayê va bi rê ket.
Serokomar Erdogan bi balafira "CAN"ê saet 14.10an ji Balafirgeha Ataturkê ber bi New Yorka bajarê Amerîkayê va bi rê ket.
Erdogan li balafirgehê ji aliyê Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, Waliyê Stenbolê Davut Gul û hinek rayedarên din va hat birêkirin.
Digel Serokomar Erdogan hevjîna wî Emîne Erdogan Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemir Goktaş, Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatih Kacir, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun, Şêwirmendê Polîtîkayên Derva û Ewlekariyê yê Serokomar Akîf Çagatay Kiliç û hinek rayedarên din jî çûn Amerîkayê.