Mümin Altaş
27 Sibat 2023•Rojanekirin: 27 Sibat 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku li herêma erdhejên Kahramanmaraşê tedqîqan bike, çû Adiyemanê.
Erdogan li Balafirgeha Esenbogayê bi balafirê bi rê ket ku biçe herêmê. Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî jî bi Erdogan ra diçe.
Erdogan wê navenda Adiyemanê û navçeya wê ya Golbaşiyê ziyaret bike li wê derê dê bi mexdûrên erdhejê ra bicive, ji bo xebatên piştî erdhejê tedqîqan bike.