Hat ragihandin ku Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu wê 7 tîrmehê roja sêşemê beşdarî bernameya fitarê ya Şaredariya Tûşbayê bibe.
Serokê Bajarê Wanê yê AK Partiyê Zahir Soganda got ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu hefteyek beriya hilbijartinê hatibû bajêr.
Soganda diyar kir ku hatina serokwezîr ji bo bajêr û herêmê pir girîng e û navenda giştî ya partiyê û hikûmet her tim giringiyê dide Wanê.
Soganda ragihand: "Dibe ku di hilbijartinê de serdemeke fetretê hat dîtin, lê ev nayê wê wateyê ku 'hikûmetê dest ji bajêr kişand, wê li vê derê veberhênanê neke'." Soganda got ku ziyareta Serokwezîr Davutoglu ya sêşemê jî vê yekê dide nîşan.
Soganda daxuyand, hikûmetê dest ji Wanê nekişand û her tim ligel gelê Wanê ye û wiha dewam kir: "Em ê li bajêr mazûvaniya serokwezîrê xwe bikin. Serokwezîrê me wê beşdarî bernameya fitarê ya Şaredariya Tuşbayê bibe û hemû gelê me vexwendiyê vê bernameyê ne."
Soganda got ku Serokwezîr wê piştî fitarê dibe ku bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rîspiyan re were bal hev.