Li Zanîngeha Dîcleyê di navbera du komên xwendekar de bi hinceta "standvekirinê" şer derket û piştî şer xwendekaran xwest ku bimeşin avahiya rektoriyê, lê hêzên ewlehiyê midaxaleyî xwendekaran kir.
Piştî şerê ku li Fakulteya Perwerdeyê ya Ziya Gokalpê derket, komekê xwest ku bimeşe avahiya rektoriyê. Kom heta avahiya dekaniyê meşiya polêsan pişt re destûr neda.
Dema ku kom dimeşiya ji komê hin kesan berê xwe dan erazî, lê polêsan destûr neda û bi gaza îsotê midaxaleyî wan kir. Piştî rageşiyê xwendekar belav bûn.
Di bûyerê de 5 kes hatin binçavkirin.