HAKKARÎ
Li Hekariyê cinazeyê Enver Adiyamanê ku bi kamyonetê va di Ava Zapê da wenda bûbû, li Iraqê hat dîtin.
Cinazeyê Adiyaman ji cihê ku kamyonet totî avê bibû 90 kîlometre dûr li Iraqê hat dîtin.
Li Hekariyê komyonetek ketibû Çemê Zapê, Sadik Berk û Kamuran Adiyaman xwe ji kamyonetê avêtibûn lê belê Enver û Seyvan Adiyaman ên kurapê hev bi ro da çûbûn. Gundiyan cesedê Seyvan Adiyaman do dîtibû.