Türkan Tosun
12 Tebax 2020•Rojanekirin: 12 Tebax 2020
Balafira Artêşa Tirkiyeyê (TSK) ya ku tîpa wê A400M ye û alîkariya tibî ji Libnanê ra anî gihîşt paytext Beyrûdê.
Balyozê Tirkiyeyê Hakan Çakil, Ateşeyê Eskerî yê Tirkiyeyê yê Beyrûdê Albay Bayram Buyan, xebatkarên bazlyozxaneyê û rayedarên Libnanê li Balafirgeha Refîq Herîrî ya Navneteweyî balafirê pêşwazî kirin.
Tîmên Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê (AFAD), Wezareta Tenduristiyê UMKEyê û yên Hîva Sor a Tirkiyeyê piştî teqîna li Bendera Beyrûdê hatibûn Libnanê ku ew jî wê îro xebatên xwe biqedînin û bi vê balafirê va wê vegerin Tirkiyeyê
Komeke ji 7 kesan pêk tê wê li xebatên lêgerîn û xilaskirinê bidomîne, yên mayî wê vegerin.
Piştî Teqînê jî Tirkiyeyê bi balafireke kargoyê ya ku tîpa wê A400 e va melzemeyên alîkariyê şandibû Libnanê.
Gelek saziyên civakî yên sivîl ji Tirkiyeyê hatibûn Beyrûdê ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê, rakirina enkazan û alîkariya mirovî bikin.
Serokatiya Ajansa Kordînasyona Hevkariya Tirkan (TÎKA) jî wê 400 ton genim wek alîkarî bişîne Libnanê.