28 Gulan 2017•Rojanekirin: 29 Gulan 2017
ŞIRNAK
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu li Beytuşşebaba navçeya Şirnexê li ser Çiyayê Katoyê ku 40 roj in li dijî terorîstên PKKyî operasyon dewam dike, leşker û gundparêz ziyaret kirin.
Soylu û Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Yaşar Guler bi balafira taybet va çû Şirnexê û li Balafirgeha Şerafettîn Elçî ji aliyê Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Sû û Tumgeneral Aydogan Aydinê Fermandarê Tumena Sînor yê 23yemîn va hat pêşwazîkirin.

Soylu li Balafirgehê firokeyê siwar bû û derbasî Çiyayê Katoyê bû û leşker û gundparêzên ku 40 roj in di şert û mercên dijwar da li dijî PKKya rêxistina terorê operasyonê dikin, ziyaret kir.
Soylu leşkerên ku di 53 şikeftan da gelek çek û muhîmatên terorîstên PKKê bi dest xistin, pîroz kir û der heqê operasyonê da ji Tumgeneral Aydin û Albay Murat Bulutê Fermandarê Alaya Komandoya Cendirmeyan a 8emîn a Beytuşşebabê agahî hilda.

Wezîr Soylu li wê derê ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra têlefon vekir û der heqê operasyonan da agahî dayê. Serokomar Erdogan bi Tumgeneral Aydin ra jî axivî.

Tumgeneral Aydin ji Serokomar ra qala operasyonê kir û got ku di dîroka têkoşîna terorê da ev qas çek nehatibûn dîtin û wê hê zêdetir jî derkevin.
Soylu paşê bi firokeyê derbasî Fermandariya Alaya Komandoya Cendirmeyan a 8emîn a Beytuşşebabê bû û li çekan mêze kir.