Li Tûnceliyê 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanê bi merasîmê hat pîrozkirin.
Jinên ku li ser Kolana Hunerê ya li Taxa Mogultayê hatin cem hev ber bi Parka Seyîd Riza ya li ser Cadeya Dibistan û Cûmhûriyetê meşiyan.
Li vir Parlementera serbixwe ya Diyarbekirê Leyla Zanaaxivî û 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanê li hemû jinan pîroz kir.
Zanayê îdia kir ku di rojên dawîn de tundiya li ser jinan bêtir zêde bû û rêveberên welat jî li hemberî vê tevdîrên hewce nastînin.
Zanayê destnîşan kir ji bo ku tundiya li ser jinan ji holê were rakirin, divê mufredata perwerdeyê were guhastin û wiha pê de çû: "Ligel hemû hewl û xîretan heke bi hezaran jin rastî şidetê tên û tên kuştin, nexwe divê bilez ev zihniyeta paşdemayî bê guhastin. Rêya vê jî ewil ji perwerdeyê derbas dibe."
Zanayê qala sîstema Serokatiyê jî kir û wiha xeberda: "Dipirsin, 'Dibêjin hûn sîstema Serokatiyê dixwazin?' Pirsgirêka me jixwe di eslê xwe de bi vê sîstemê bixwe re ye. Ji vir ez ê ji bo Serokomar tenê gotinekê bêjim. Hêvîdar im ku wê zihniyeta CHPyê ya yek celeb ya ku sed salî civak mexdûr kir dê baş analîz bike û dê bixwe neke vê şaşitiyê. Diyar e ku cicakê çi destê yekcelebiya CHPyê kişandiye, herwisa bira serê me bi yekcelebiya AKPyê re jî neêşînin."
Li dû axaftinan merasîm bi mûzîk û govendê bi dawî bû.