Serkan Avci
05 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2022
"Perwerdeya Nûçegihaniya Şer a Heyama 22yemîn" ku bi tevkariya Ajansa Anadoluyê (AA) û Akademiya Polêsan û piştgiriya Ajansa Kordînasyon û Hevkariya Tirk (TÎKA) hat lidarxistin, di hefteya duyem da bi perwerdeya zor û zehmet dewam kir.
Digel nûçegihanên AAyê, ji Qirxizistan, Qazaxistan, Moldova, Moxolistan, Ozbekistan, Ukrayna, Gurcistan û Amerîkayê 14, ji nav welêt 11 mensûbên çapemeniyê beşdarî perwerdeyê bûn. Di perwerdeyê da hefteya duyemîn li Golbaşiyê di kampusa Serokatiya Harekata Taybet dest pê kir.

Di mijarên çek û balîstîkê da agahiyên curbecur dan 25 qursiyeran û ji wan ra qala rewşa revandin û dîlgirtinê hat kirin.
Qursiyer paşê bi perwerdekarên pispor ra beşdarî tetbîqata kêliya pevçûnê bûn.
Li herêma tetbîqatê beşdarbûyiyan xwe parast û beşdarbûyiyan nûçegihanê ku li gor senaryoyê birîndar bû jî ji herêmê texliye kir.
Paşê li herêma şer 2 nûçegihan hatin revandin û dîl ketin. Rojnamegeran ji kesên ku hevalên wan revandin ra mizakere kir.

- Derketin çiyê û şeva xwe di kozikan da derbas kirin û nobet girtin
Beşdarbûyî êvarê jî di çarçoveya perwerdeya "Rêbazên defik û xweparastina ji defikan, kifşkirina rotayê û nîvê şevê dîtina aliyan" da bi techîzatên giran û ekîpmanên teknîkî va çûn Elmadagê.
Piştî rêwîtiya dijwar qursiyer gihîştin herêmê û şeva xwe li kozikên ku bi xwe çêkirin da derbas kirin.
Ji bo ku li gor senaryoyê di operasyona polêsan da neyên desteserkirin, qursiyeran heta sibehê nobet girt, bi şeveqa sibê ra ji heman gozergahê ra meşiyan û gihîştin Serokatiya Harekata Taybet.

Li vê derê der barê teqemenî û qadên talûke da ders dan qursiyeran.
- "Ji gelek welatan endamên çapemeniyê vê perwerdehiyê ji nêz va dişopînin"
Alîkarê Serokê Akademiya Polêsan Fatîh Înal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku perwerdekar tecrûbeyên xwe bi endamên çapemeniyê yên ku wê li deverên bitalûke kar û bar bikin ra parve dikin.
Înal destnîşan kir ku rojnamegerên ku wê bi taybetî li deverên şer û pevçûn hene wezîfe bikin divê bi tevdîr û zana bin û wiha domand: "Em zor û zehmetiyên di bûyerên civakî da derdikevin pêşiyan wan, li qadên şer yên rojnameger lê tên revandin, li derva avakirina cihê mayînê û hûrgiliyên ji bo jiyanê hewce dikin, hînî wan dikin. Dibe ku birîndar jî bibin û em di wê navberê da agahiyên midaxaleya ewil jî hîn dikin û heke zanibin jî wê dubare dikin."
Di berdewamiya axaftina xwe da Înal ragihand ku eleqeya li ser Perwerdeya Nûçegihaniya Şer her ku diçe zêdetir dibe û wiha domand: "Ji gelek welatan endamên çapemeniyê bernameyê ji nêz va dişopînin û beşdar dibin. Tecrubeyên li vê derê di qadê da bi kêrî rojnamegeran tên. Ev bernameya bi sertîfîka ku ji alî polêsan va tê dayîn li rûyê dinyayê yek e."
Perwerdeya Nûçegihaniya Şer a Hêzên Çekdar ên Tirk jî bi qadroya xwe ya perwerdekar piştevaniyê dide di 7ê Cotmehê da wê biqede û kesên beşdarî qursê bûne di encamê da wê Sertîfîkaya Perwerdeya Nûçegihaniya Şer" a navneteweyî hildin.