Mustafa Çalkaya
03 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2023
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di îlonê da mehane ji sedî 4,75, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) ji sedî 3,4 zêde bû. Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 61,53, di bihayên hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 47,44.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha îlonê pê va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 55,3, bihayê hilberînerê navxweyî ji sedî 65,55 zêde bû.
TUFEya mehane ji sedî 4,75, YÎ-UFE ji sedî 3,4 zêde bû.
TUFE di îlonê da li gor berfanbara par ji sedî 49,86, YÎ-UFE jî ji sedî 36,06 zêde bû.
Enflasyona salane di bihayê xerîdaran da bû ji sedî 61,53, di bihayê hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 47,44.