Mesut Varol
04 Îlon 2022•Rojanekirin: 05 Îlon 2022
Bi destûra taybet a Wezareta Çand û Turîzmê di salê carekê dêra li Girava Akdamarê ya li nava Gola Wanê seba îbadetê vedibe. Li dêrê ayîna 10emîn dest pê kir.
46 papaz û ziyaretvan ji bo ku beşdarî ayînê bibin, hatin bajêr û li Îskeleya Gevaşê bi kelekan ew birin giravê.

Patrîkê Ermeniyan ê Tiriyeyê Sahak Maşalyan û Rahîbê Payebilind Xarutyun Damadyan ku bi papazan ra hatin giravê, demekê bi ziyaretvanan ra sohbet kirin.
Piştî kutakirina amadehiyan Damadyan ayîna ku îsal cara dehemîn e tê lidarxistin, bi rê va bir.

Maşalyan serokatiya ayînê kir. Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Erol Uslu û Midûrê Muzeyê yê Wanê Fatîh Arap ayîn şopand.