Türkan Tosun
18 Îlon 2018•Rojanekirin: 18 Îlon 2018
WASHINGTON
Serokê Amerikayê Donald Trump daxuyand ji 24ê Îlonê pê va ji ber û alavên Çînê yên bihayê wan 200 milyar dolar e ji sedî 10 baca gumrukê ya zêde bê stendin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî Trump telîmat da Nûnertiya Bazirganiyê ya Amerîkayê (USTR) ku ew li hember Çînê paketa baca gumrukê ya duyemîn bixe rewacê.
Trump anî ziman baca gumrukê wê hefteyek şûn da bikeve rewacê û wiha got: "Piştî agahidayîna raya giştî ya ku 7 hefteyan dewam kir, min îro telîmat da USTRyê ku ew li hember îtxalata Çînê ya 200 milyar dolarî baca zêde bixe rewacê. Evê di 24ê Îlonê da dest pê bike û heta dawiya salê di asta ji sedî 10î da bimîne. Ji 1ê Çileya Paşîn a 2019an pê va jî wê bibe ji sedî 25."
Trump got heke Çîn li hember vê biryarê tiştekî bike, wê demê ji alavên Çînê yên 267 milyar dolarî bên îtxalkirin îja terîfeyên paketa sêyemîn wê bikevin rewacê.
Trump bangî Çînê kir û got "sepanên bazirganiyê yên bêedalet" dawî bike û wiha dewam kir: "Hêvî dikim ev meseleya bazirganiyê di encamê da ji hêla min û Serokê Dewleta Çînê Şî yê ku ez rêzê li ber digrim û nêzîkî xwe dibînim bê çareserkirin.
Li hember van gavên Amerîkayê rêvebiriya Pekînê jî her tim gavên dijî Amerîkayê avêtin. Piştî vê biryarê Çîn wê çi bike tê meraqkirin.
- Ev bac 5 hezar ber û alavên Çînê eleqedar dike
Rêvebiriya Trump di 10ê Tîrmehê da ji berên behrê bigre heta lepikên werzişê, ji mîneralên kîmyewî bigre heta fêkî û sebzeyan, ji berên titûnê bigre heta lastîkên wesayîtan navê 5 hezar ber û alavên Çînê yên bihayê wan 200 milyar dolar e eşkere kiribû û daxuyandibû wê ji van baca zêde bê stendin.
- "Şerê bazirganiyê" ya di navbera Amerîka-Çînê da
Rêvebiriya Trump di 23yê Adarê da ewil ji bo melzemeyên pola û aluminyumê ewil ji sedî 25 û paşê jî ji sedî 10 baca zêde xwestibû.
Li hemberî vê tevgera Amerîkayê, Çînê jî di meha nîsanê da biryarek dabû ku da ji bo 128 ber û alavên Amerîkayê di navbera ji sedî 15 û 25 baca zêde bê stendin.
Piştî vê Amerîkayê vê carê di meha tîrmeh û tebaxê da ji bo hin alavên Çînê yên bihayê wê 50 milyar dolar e daxuyanî dabû. Amerîkayê gotibû ji bo ku rê li ber şirketên Çînî yên ku bê usil hewl didin teknolojî û fikrên Amerîkiyan bi dest bixin, bigrin hin tevdîr wê bên dîtin. Ji ber vê biryar dabû ku ji van alavên teknolojiyê ji sedî 25 baca gumrukê ya zêde bê stendin.
Rêvebiriya Pekînê li ser vê biryara Amerîkayê bertek nîşan dabû. Wezareta Bazirganiyê ya Çînê ji bo 659 ber û alavên ku ji Amerîkayê tên îtxalkirin û bihayê wan 50 milyar dolar e biryar dabû ku ji sedî 25 baca zêde bê stendin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di 18ê Hezîranê da li hember vê biryara Çînê îja biryar dabû ku ji ber û alavên ji Çînê tên îtxalkirin û bihayê wan 200 milyar dolar e ji sedî 10 baca gumrukê ya zêde bê stendin.