İbrahim Atmaca
18 Îlon 2018•Rojanekirin: 18 Îlon 2018
RIYAD
Erebistana Siûdî ji bo ku polîtîkaya tehcîrê ya ku rejima Esed li ser gel disepîne bisekine, bangî koma navneteweyî kir.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Erebistana Siûdî Ebdulezîz el-Wasil li Cenevreyê di Konseya Mafên Mirovan a NYê da di rûniştina "Bi Konseya Mafên Mirovan a Navneteweyî ya Sûriyeyê ra Diyalog"ê da axivî.
Li gor SPAya ajansa nûçeyan a Erebistana Siûdî, Wasil di axaftina xwe da got ku ji bo krîza li Sûriyeyê bi rêyên siyasî çareser bibe, helwesta welatê wî eşkere ye.
Wasil diyar kir, li Sûriyeyê di demeke kin da ji milyonekî zêdetir kes ji cih û warên xwe bûn û ev jî dide nîşan ku polîtîkaya tehcîrê ya ku mebesta wê guhertina pergala demgrafîk a welêt e, dewam dike. Wasil destnîşan kir, civaka navneteweyî divê seba sekinandina van binpêkirin û sepanên keyfî hemû tedbîran hildin.
NYê hefteya borî li ser rewşa mafên mirovan a li Sûriyeyê rapor amade kir û li gor raporê ji 2011an vir va qasî îsal welatiyên Sûriyeyê ji cî û warên wan nehatine kirin û di 6 mehên ewil ên îsal da zarok jî di nav da ji milyonekî zêdetir Sûriyeyî ji cî û warên wan hatin kirin.