25 Îlon 2020•Rojanekirin: 26 Îlon 2020
Amerîka hêzdarkirina baregeh û ciyên xwe yên eskerî yên li herêmên YPG/PKKya rêxistina terorê li bakurê Sûriyeyê dagir kirine, didomîne.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, artêşa Amerîkayê ya li Sûriyeyê piştgiriyê dide YPG/PKKya rêxistina terorê ji deriyê Welîd ê li sînorê Iraq-Sûriyeyê ra sewqiyata eskerî ya 70 TIRî kir.
Di konvoya çû baregeh û ciyên eskerî yên Amerîkayê yên li Heseke, Reqa û Dêrazorê da 12 wesayîtên bizirx, TIRên sergirtî, TIRên amûrên jiyanê barkirî û gelek tankerên sotemeniyê hebûn.
Hêzên Amerîkayê piştî 2 mehan di 2 hefteyên dawîn da bi 5 konvoyan herî kêm 300 TIR sewqiyat kirin.
Hat tesbîtkirin ku di van sewqiyatan da wezayîtên bizirx, TIRên sergirtî, TIRên amûrên jiyanê barkirî û gelek tankerên sotemeniyê, cebilxane û amûrên lojîstikê hebûn.
- Amerîka li qadên petrolê heye
Amerîkayê di cotmeha 2019an da bi destpêkirina Herekata Kaniya Aştiyê pê va baregehên xwe yên li herêmê vala kiribû û li nêzî herêmên petrolê bicî bibû.