08 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2016
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî, bi mebesta nêz va şopandina amadekariyên operasyona rizgarkirina Mûsila ku di destê DAEŞa rêxistina terorê da ye, serdena Eniya Mexmûrê kir û digel rayedarên leşkerî civiya.
Li gorî daxuyaniya ji nivîsgeha Serokayetiya Herêmê, Barzanî li Eniya Mexmûra ku dikeve başûrê rojhilatê Mûsilê, der barê operasyonê û hevpiştiya di navbera hêzên beşdar da, digel rayedarên leşkerî yên hêzên hevpeymaniyê, artêşa Iraqê û Heşda Wetenî (Milîsên Sunnî) civiya.
Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku Barzanî gotiye, "Sedema serdana min a Eniya Mexmûrê ew e ku ez peyameke bidim bê va ye Pêşmerge di refên hêzên hevpeymaniyê û artêşa Iraqê da li dijî dijminê hevpar dicengin. Bi piştevaniya Xwedê emê li himber vê rêxistinê serkeftinê bi dest bixin û emê terorîstan têk bişkînin."