Ahmet Aydın
08 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2016
BEXDA
Li Selahedîna wîlayeta Iraqê di encama êrîşekê xwekujiyê da, li dijî merqedeke şîeyan 50 kes hatin kuştin û 65 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, li Beleda navçeya Selahedînê, 3 êrîşên xwekujiyê li dijî merqeda Seyid Mihemedê kurê Eliyê Hadî ku yek ji 10 îmamên pîroz yê şîeyan e hatin lidarxistin. Di êrîşan da 50 ziyaretvan hatin kuştin û 65 kes jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê Lêvegerê Şîî Muqteda Sedir ferman da hêza Serayên Selamê ku di bin fermana wî da ne, da biçin cihê bûyerê û asayişa herêmê biparêzin.
Li herêmê şer û pevçûn berdewam in.