Tuğçenur Akgün
11 Adar 2023•Rojanekirin: 14 Adar 2023
Serokê DYAyê Joe Biden diyar kir ku wî "rewşa bilez a neteweyî" ji ber gefên Îranê yên li ser ewlehiya welêt dewam dike, dirêj kir.
Di daxuyaniya Qesra Spî da hat bibîrxistin ku "rewşa bilez a neteweyî" ya DYAyê di sala 1995an da bi hinceta çalakiyên hikûmeta Îranê yên li ser ewlehiya neteweyî, polîtîkaya derva û aboriyê gef dihesiband, hat îlankirin Biden di mijara ku wê qewlê biryarnameya serokatiyê dirêj bike bi Kongreyê ra parve kir.
Serok Biden got ku ji ber moşek û xebatên pêşvebirin û zêdekirina çekên konvansiyonel û asîmetrîk, êrîşkariya li herêmê, piştgiriya ji komên terorîst ra tê kirin, hewl û xebatên talûke yên Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî û parlementerên Îranê bo ewlehiya DYAyê talûke ne.
Biden bi vê hincetê qewlê "rewşa bilez a neteweyî" ku di 15ê Adara 2023yan da diqediye dirêj kir û wê ev biryar di rewacê da be.